Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne

  • cîhan
  • 10:12 16 Sibat 2018
  • |
img

CENEVRE - Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salîh Muslim, beşdarî konferansa li Cenevre bû û wiha got: "Tirkiye bi çekên ku Ewropa dane wan, xwîna me dirijîne. Em naxwazin welatên rojava li dijî Tirkiye şer bikin. Lê em dixwazin li gorî sincê hiqûqa navneteweyî tev bigerin." 

Şerê li ser Efrînê di roja 28'an de berdewam dike. Heta niha nêzî 200 welatiyên sivîl di encama topbaranan de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatiyên sivîl birîndar bûn. Platforma Piştevaniya bi Efrînê re li bajarê Cenevre yê Swêdê der barê rewşa dawî ya Efrînê de konferans li dar xist. Di Konferansa ku li zanîngeha Cenevre pêk hat Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salîh Muslim û Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratik Riyad Derar axaftin kirin. 
 
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratik Riyad Derar, diyar kir ku dema li Girtîgeha Sûriye bû tevgera kurdan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kir û wiha got: "Min PKK'yî jî li girtîgehê nas kirin. Bi qasî min nas kirin pariyê nanê xwe bi hevalên xwe re parve dikin. Li dijî xedariya rejîmê bi dijwarî di ber xwe didan. Min dît ku vîna teqez bi ser bikeve bi wan re heye. Ez Misilmanekî bi bawerî me. Kesên ku îro li ser navê îslamê şer dikin, tu eleqa wan û ol bi hevtune ye. Ev kesana, versîyonek cuda ya îslamê ya ji aliyê Erdogan ve hatine avakirin e. Li Sûriye şoreşa esasî di sala 2014'an de dest pê kir. Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala wekhevî û demokratîk pêş dikeve." 
 
MUSLIM: BI ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ TOLA REQQA Û DEREZORÊ DISTÎNIN
 
Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salîh Muslim jî di konferansê de diyar kir ku gelê Efrînê li mala xwe ax û warên xwe diparêzin û wiha got: "Tirkiye bi êrîşa li ser Efrîrê dixwaze tola DAÎŞ'ê ya li Reqqa û Derezorê hilîne. Tirkiye bi dagirkirina Efrînê dixwaze komên DAÎŞ û komên din ên çekdar bi cih bike. Ji Şam û gelek bajarên Sûriye hemû komên radîkal anîn li Idlibê kom kirin. Ev du mutabakatên li Cenevre pêk hatin de jî hatin ziman. Niha dixwazin van koman li vir xelas bikin. Lê hikûmeta Erdogan jî dixwaze van koman li Efrînê bi cih bike. Dixwaze van koman bike maşik û bide şerkirin. Li dijî kurdan didin şerkirin. Bi van koman bê navber gefan li Ewropa û Rojhilata Navîn dixwe. Yên li Îngîlîstan, Almanya û Fransa bombe teqandin di ser Tirkiye re hatin vir û bombe teqandin. 
 
‘EM NABÊJIN BI TIRKIYE RE ŞER BIKIN
 
Muslim, helwesta Ewropa ya li hemberî Tirkiye jî rexne kir û wiha got: "Tirkiye bi çekên ku Ewropa dane wan, xwîna me dirijîne. Em naxwazin welatên rojava li dijî Tirkiye şer bikin. Em dixwazin li gorî sincê hiqûqa navneteweyî tev bigerin. Em nabêjin bazirganiyê jî nekin. Lê em naxwazin bi çekên we xwîna me birijînin. Biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û biryarên Hiqûqa Navneteweyî hene. Di van biryaran de divê bi van çekan sivîl neyên kuştin. Lê îro sivîl tên kuştin. Em dipirsin kesên li Efrînê tên kuştin ne sivîl in? Ne kurd in. Çima li hemberî vê rewşê bêdeng in. Ger ku Tirkiye sivîlan dikuje çima her kes bêdeng e." 
 
LI KOLOMBIYA MILYONEK MIROV HATIN KUŞTIN
 
Li ser navê Hewldana Aştiyê ya Ji bo Kolombiya Alfredo Camelo jî anî ziman ku wan li ser axa xwe ji bo welatê xwe bi salan şer kir û wiha got: "Di vî şerî de milyonek mirov hatin kuştin. Di navbera FARC û hikûmetê de peymana aştiyê hat îmzekirin. Tevî di ser peymanê re salek derbas bû jî heta niha tiştek nehatiye guhertin. Gelek endam û rêveberên FARC'ê pişî peymanê dîsa hatin kuştin. Gelê Efrînê li ser axa xwe warê xwe diparêze. Ji ber vê yekê divê her kes bi gelê Efrînê re di nava piştevaniyê de bin. 
 
Beşdarên konferansê piştre bi pankarta “Efrînê biparêze" wêne kişandin. 
 
Li aliyê din dê li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Lozanê dê mîtîngek girseyî bê lidarxistin.