Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir

  • cîhan
  • 11:13 10 Îlon 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li tevahiya cîhanê hejmara pêketiyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) 28 mîlyonî derbas kir.  
 
Li tevahiya cîhanê hejmera kesên bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin, her roja diçe zêdetir dibe. Bi vê yekê re hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin de pir zêde bûye. 
 
Li gorî sîteya înternetê “worldometers” a ku pêketiyên şewba vîrûsa koronayê her roj berhev û  parve dike, hejmara kesên bi şewbê ketin 28 mîlyon, 35 hezar û 700 kesî derbas kir. 
 
LI ABD’Ê PÊKETÎ PIR ZÊDE NE
 
10 welatên ku herî zêde mirov bi vîrûsê ketin, wiha ne: “ABD 6 mîlyon 549 hezar û 475, Hindistan 4 milyon 465 hezar û 863, Brezilya 4 milyon 199 hear û 332, Rûsya 1 milyon 46 hezar û 370, Peru 702 hezar û 776, Kolombiya 686 hezar û 856, Meksika 647 hezar 507, Afrîkaya Başur 642 hezar û 431, Îspanya 543 hezar û 379 û Arjantîn 512 hezar û 293.”