Ghebreyesus: Vîrûs dê bi sêhrê tune nebe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus hemû dewletên cîhanê hişyar kir û got: "Îhtimal e tu çareyek ji bo têkbirina Vîrûsa Corona (Covid-19) ku bi milyonan kes li seranserê cîhanê nexweş kirine û bûye sedema bi sed hezaran qurbaniyan, tune be. Vîrûs bi sêhrê tune nabe. Bi tedbîran tune dibe." 
 
Hişyariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li gel hêviyên mezin ên gihaştina dermanekî li dijî Koronavîrusê hat, nexasim gelek şîrketên dermanan ên mezin gihaştin encamên pêşketî. Gerînendeyê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîneke çapemeniyê de ji navenda WHO’yê ya li Cinêvê de wiha got: "Tu çareyek di dema niha de tune ye û dibe ku qet tune be jî." Li gorî AFP’ê, li seranserê cîhanê nexweşên Koronavîrusê 18 milyon derbas kiriye. Ghebreyesus, destnîşan kir ku vîrûs bi sehrê tune nabe û xwest her kes tedbîrên li dijî wê bigirin.