Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir

img
NAVENDAN NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê hêjmara nexweşên şewba vîrûsa corona (Covît-19) 18 milyon kes derbas kir. 
 
Şewba vîrûsa corona (Covid-19) bê navber belav dibe û hêjmarên nexweşan zêde dibe. Ji ber tedbîr nayên girtin û îlac nayê dîtin li tevahiya cîhanê hêjmara nexweşên şewba vîrûsa corona (Covît-19) 18 milyon kes derbas kir. 
Li gorî daneyên malpera înternetê ya "worldometers” li tevahiyacîhanê hêjmara kesên bi şewbê ketin gihişt 18 milyon û 23 hezar û 614 kesan. Hêjmara kesên bi şewbê mirin jî gihişt 688 hezar û 449 kesan. 
 
Li gorî daneyên 10 welatên di rêzê de wiha ye: "Li DYA 4 milyon û 764 hezar û 318, li Brezilya 2 milyon û 708 hezar û 876, Li Hindistan 1 milyon û 751 hezar û 919, Li Rusya 845 hezar û 443, li Afrîka başur 503 hezar û 290, li Meksika 434 hezar û 193, Li Peru 422 hezar û 183, Li Şile 357 hezar û 658, li Îspanya 335 hezar û 602, Li Îranê jî 306 hezar û 752 kes bi şewbê ketin.