Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir

  • cîhan
  • 14:22 4 Tîrmeh 2020
  • |
img
CENEVRE- Pisporên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî înfaza girtiya siyasî ya Kurd Hedayat Abdollahpour, bi zimanekî tund şermezar kir. 
 
Rejîma Îranê li Eyaleta Azerbaycan a Îranê li barageha eskerî ya Oshnaviehê, awayekî veşarî girtiya siyasî ya Kurd Hedayat Abdollahpour înfaz kir. Înfaza Abdollahpour di 11'ê Gulanê de derket holê. Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî yêberpirsiyarê Mafên Mirovan yê li Îranê Javaid Rehman, raportorê têkildarî Înfazan Agnes Callamard, Raportorê li dijî muameleyên xerab û Îşkenceyê Nils Melzer, Serokê Koma Li dijî Windakirina Bi Zorê yê NY'ê Luciano Hazan, Cîgirê Serok Tae-Ung Baik, Endamên wan Bernard Duhaime, Houria Es-Slami, Henrikas Mickeviius, Raportorê Kêmaran Fernand de Varennes RP, Serokê Koma li dijî binçavkirinên Keyfî yê NY'ê Leigh Toomey Cîgirê Serok Elina Steinerte û endam José Guevara Bermúdez, Seong-Phil Hong û Sètondji Adjovi têkildarî înfaza girtiya siyasî ya Kurd Hedayat Abdollahpour, daxuyanî dan û bi zimanekî tund înfaz şermezar kir. 
 
Pisporên NY'ê gotin “Em înfaza Hedayat Abdollahpour bi zimanekî tund şermezar dikin. Ev li dijî berpirsiyariya dewletekê ya navneteweyî ye. Li dijî pîvanên hiqûqê ye. Hemû biryarên înfaza mirinê yên bi vî rengî keyfî ne. Ji ber vê yekê li dijî zagonan in. Piştî bi zorê winda kirin niha jî bi dizî înfaz dikin. Hedayat Abdollahpour di sala 2016'an de di şerê navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI) û Muhafizên Şoreşa Îranê de hat binçavkirin. Di sala 2017'an de cezayê mirinê lê birîn. Pisporên MAfên Mirovan ên NY'ê û Dadgeha Bilind xwestin Abdollahpour dîsa bê darizandin û diyar kirin ku telîlên sûc tune ne. Di sala 2018'an de dîsa cezayê îdamê lê birîn. Der barê jiyana Hedayat Abdollahpour  de di 24'ê Hezîranê de gotin “Di encama nesneyekî hişk û tuj lê ked de jiyana xwe ji dest da". Me fikarên xwe yên der barê Abdollahpour de ji rayedarên Îranê re anîn ziman. Lê hemû fikar û îtirazên me bê bersîv man. Der barê înfaza Abdollahpour û cihê cenazeyê wê de jî agahiyek fermî nedane. 
 
Posporên NY'ê îfaz şermezar kirin û xwestin cenazeyê Abdollahpour bidin malbata wê.