Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir

  • cîhan
  • 10:47 30 Hezîran 2020
  • |
img
ENQERE – Hikûmeta Çînê,  ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ ku tê plankirin li Hong Kongê pêk bîne erê kir.
 
Hikûmeta Çînê,  li gel hemû bertekên navneteweyî jî ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ ku tê plankirin li Hong Kongê pêk bîne erê kir. Di dengdayîna ku li Merca Qanûnî ya Bilind a Çînê Kongreya Neteweyî ya Gel pêk hat de qanûn bi yekdengî (162) hat erêkirin. 
 
Tê payîn ku di demeke nêz de hûrgiliyên qanûnê ji aliyê Hikûmeta Çînê ve bên parvekirin. Piştî ku li kongreyê jî bê erêkirin dê qanûn ji 1’ê tîrmehê ve bikeve meriyetê. 
 
Di qanûna mijara gotinê de “Hilweşandina hikûmeta navendî ya Çînê” , “Teşfîqkirina serhildanê” ,  “Îxaneta li welat” , “Teror” , “Çalakî û fîîlên ku ewlehiya welat dikine talûkeyê” tên qedexekirin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di 9’ê hezîrana sala borî de nêzî milyonek mirov li Hong Kongê li dijî qanûna dewrkirina “sûcdaran” a Çînê daketibûn kuçeyan û qanûnê şermezar kiribûn. Li gel mudaxaleya tund a polisan jî xwepêşandanan bi mehan berdewam kiribû. Piştî vê yekê Hikûmeta Herêmî sala borî di 23’ê Cotmehê de qanûnê paşve vekişandibû. Hong Kong ji sala 1997’an ku bi Çînê ve hatiye girêdan ve formûla “Yek welat 2 pergal” lê tê pêkanîn.