Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin

  • cîhan
  • 10:01 27 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN –Serokkomarê Fransayê Macron bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re civiya û ragihandin ku di serî de li ser Lîbya û gelek mijaran amadene ku bi Rûsyayê re xebatên hevpar bikin.
 
Qesra Elyse ya Serokkomariya Fransayê ragihand ku Serokkomar Emmanûl Macron li gel Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke bi qasî du saetan pêk aniye. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du serokan di serî de li ser mijara Lîbyayê û gelek mijaran bal kişandine ser ‘berjewendiyên hevpar’ û di mijara gihiştina aramiyê ya Lîbya û jinûve yekbûna saziyan de xwedî heman nêrînê ne.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de vîrûsa koronayê û mijara serweriya Ewropayê jî hatiye nirxandin, li ser mijarên cuda jî daxwazên ‘bi hev re kar kirinê’ anîne ziman.
 
GUMANA TIRKIYEYÊ
 
Di hevdîtinê de mijara şerê navxweyî ya Lîbya ku Tirkiye bi çeteyên peremilîter têkel bûye hatiye sekinîn, hate ragihandin ku Macron ‘hemû fikarên’ xwe yên bihêzbûna Tirkiyeyê ya li Lîbyayê vegotiye. Hate ragihandin ku Macron hebûna koma bi navê ‘Wagner’ a girêdayî Rûsya û dîsa hebûna gelek hêzên derve ya piştgiriyê didin Xelîfe Haftter ê li dijî Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ku Tirkiye destek dike jî rexne kir.
 
Pûtîn, di hevdîtinê de ji bo li Lîbyayê agirbest bê kirin, ji bo bi hev re kar bikin, nêrînên xwe parvekiriye.
 
Li aliyê din hat diyarkirin ku Pûtîn Macron vexwendiye Moskovayê û agahiya ku di mehên pêşiya me de her du serok li hev bicivin jî hat parvekirin.