Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne

  • cîhan
  • 15:06 26 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser bombebarana Tirkiyeyê ya li ser xaka Herêma Federe a Kurdistanê got; “Divê binpêkirinên ji aliyê eskerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêktên û sînor derbaskirina balafirên şer ku bûye sedemê mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.”

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser bombebarana balafirên TSK'ê yên Tirkiyeyê ku li ser xaka Herêma Federe ya Kurdistan û Iraqê, daxuyaniyek belavkir. Serokkomarê Iraqê banga rawestandina binpêkirina Tirkiyeyê kir. Berhem Salih di daxuyaniyê de wiha gotin; “Ev karê ku dewleta Tirk di van deman de pêktîne, binpêkirinek giştî ya danûstandinên cîran û peymanên navnetewiye. Divê binpêkirinên ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêktên û sînor derbazkirina balafirên şer ku bûye sedemê mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.”
 
Salih, bombebarana Tirkiye weke binpêkirinek diyar û berçav ya dijî pîvanên cîrantiya baş pênase kir.