Çalakgerên DYA'yî çalakî vegotin: Divê bi çavê berxwedêran heqîqet bê dîtin

  • cîhan
  • 09:14 24 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Çalakgerên ku ji herêmên cuda yên DYA'yê tev li çalakiya George Floyd bûn, diyar kirin ku çalakiyê rê li pêş guhertinek mezin vekir. Çalakger Canaan Mattson xwest gelê cîhanê bi cavên berxwedêran rastî û heqîqetê bibîne. 

Polîsê spî yê DYA'yî di 25'ê Gulanê de çonga xwe xist ser stuyê welatiyê reşik ê DYA'yî George Floyd û fetisand. Piştî polîs Floyd ê bê nefes hişt û kuşt, li DYA û gelek welatên Ewropa bi deh hezaran kesên muxalif daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên li DYA dest pê kir li gelek bajar û welatê cîhanê didomin. Çalakgerên ku li bajar û eyaletên cuda tev li çalakiyên “Jiyana reşikan bi qîmet e" bûn, de barê rewşa çalakiyên DYA û sedema tevlêbûna çalakiyên xwe anîn ziman. Çalakgeran li ser girîngî û wateya çalakiyan û siberoja çalakiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
Çalakger Victorious Zîon Allen ê ku li Charlotte yê Eyaeta Bakurê Carolina tev li çalakiyan bû, li ser sedema tevlêbûna çalakiyan axivî û got: "Em mirovên esmer û reşik dibêjin êdî bes e. Heta ku guhertinek pêk neyê em êdî kolanan terk nakin. Polîsek radibe gaza îsotê davê me û li mirovan dixe." 
 
BI KAMERA XWE LI KOLANAN E 
 
Li Minneapolis ku cihê Floyd lê hat kuştin jî çalakî didomin. Yek ji çalakgerên Floydê û wênekêş Canaan Mattson jî ji bo çalakgeran têxe bin qeydan li kolanan dimen û wêneyên çalakgeran dikişîne. Mattson, der barê çalakiyan û xebatên xwe de wiha got: "Ez wekî mêrekî reşik, piştî kuştina George xwest şînê bigirim, mirovan bi rêxistin bikim û kuştina reşikan şermezar bikim. Heta niha min qet li taxa xwe nedîtibû ew qas mirov daketine kolanan û polîsan protesto dikin. Min jî wekî wênekêşekî xwest bi çavê muxalifan li dijî medya hawiz rastiyan bînim ziman. Min hestê xwe anî aliyekî û her roj çalakî kişandin. Divê cîhan bi çavê berxwedêran heqîqetê bibîne. Ez dixwazim bi wêneyê ku ez dikişînim bibim çavê heqîqetê." 
 
Mattson anî ziman ku li DYA yekem car çalakiyên wisa bi rêxistin pêş dikevin û DYA "Gunehê xwe yên mezin" dibîne û wiha lê zêde kir: "Êdî mirov ji cînayetên polîsan bêzar bûne. Êdî şînek kolektif heye. Êşek kolektif heye. Di vê şîna kolektif de yekîtiyek pir xurt heye. Li dora armancek mafdar û hevpar kom dibin." 
 
TIŞTA TÊ SERÊ MIN BILA NAYÊ SERÊ KURÊ MIN
 
 
Yek ji çalakgerên li bajarê Minneapolisê ku li ser otobana Interstate 35W'ê hindik mabû di bin tankerê de bipelçiqiya Adrian Wilson jî sedema tevlêbûna çalakiya xwe qiha got: "Ez hindik mabûm di bin tankerê de bi eciqiya ma. Vê yekê hêrsa min zêdetir kir. Ez çûm mal û min li Fox Newsê nerî. Min dît ku rastî berovajî kirine. Ji bo ku rastî bê dîtin divê rastî bê qeydkirin. Ji ber vê yekê her roj di çalakiyan de me. Ez her roj li kolanan im. Ez li vî welatî her roj rastî lincên nijadperst têm. Ez mêrekî Afrikayî-Amarîkayî me. Kurekî min heye. Ez naxwazim tişta hatiye serê min bê serê wî jî. Divê ev çalakî tu carî bi dawî nebin. Ger ku çalakî bi dawî bibin dê George Floyd jî bibe hashtagek." 
 
DYA DIŞEWITE 
 
Aaron Lucas Graham Pineiro jî wekî Psîkologekî li New Yorkê, tev li çalakiya ku bi hezaran kes beşdar dibe. Pineiro, anî ziman ku di van çalakiyan de êş û hêrs dikeve nava hev û wiha got: "Mirov êdî nefred dike ku ev bûyer bê serê kesekî ku dişibe te. Êdî tirsek jî heye. Tirsa ku ev bûyer bê serê xizmekî te jî. 
Çalakiya ku ez beşdar bûm, polîsan mudaxaleya pir hişk kir. Min wêne kişandin Maşina polîsan li ser hev 3-4 caran teqiya û şewitî. Ji ber vê tundiyê çalakiyên ku ez beşdar dibim rîskekî jî bi xwe re tîne. Me her tim wekî mirovên hov û kesên sucdar dibînin û didin nîşandan. Yê ku maşîna polîsan şewitandin, ne çalakger in. polîsan bi xwe maşîne şewitandin. Li çalakiyên li Auckland Los Angeles û Minneapolisê binerin. Ev çalakî nîşan dide ku pergala edaletê têk çûye. 
 
Çavê mirovan di nava agir de maşîneyeke dibîne. Lê di rastiyê de ya dişewite ne maşîna polîsan e. DYA dişewite. Ya dişewite DYA bi xwe ye. Nijadperestî, cudakarî û tundî bi salan e didome. Em tenê serhildanê dibînin. Ger ku em di nava pergalek bi edalet de jiyabûna ev serhildan pêk nedihatin. Berpirsiyarê vê yekê ne em reşik in. Deynê ku em qal dikin ne tenê di qada aborî de ye. Di qada polîtik, sincî û tekakesî de ye. Divê êdî deynê van koçberan bidin wan." 
 
KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÇALAKIYAN JI YÊN DIJÎ ÇALAKIYAN ZÊDETIR IN
 
Çalakgerê ku li Manhattanê dijî Alessia Herrera Rockefeller jî qala çalakiyên ku li ser wî guhertin çêkiriye kir û got: "Ez tev li çalakiyên aştîyane ku dengê zêde bi xwe re tîne bûm. Çalakî ji bo min hest û hêzê zêde dike. Ez wekî jinek spî ya DYA'yî piştgiriyê didim çalakiyên li Manhattan û Brooklynê. Ez bawerim yekem car kesên piştgiriyê didin çalakiyan ji kesên piştgiriyê nadin çalakiyan zêdetir in. Bi taybetî komên gelek serkeftî li Manhattan û Brooklyê çalakiyan bi rêxistin dikin. Ji ber ku çalakiyên wan bi armanc û bi rêxistin in. 
 
'TIŞTA EM DIBÎNIN ŞOREŞ E' 
 
Kyle Scoot jî piştî kuştina Rayshard Brooks yê ku polîs kuşt li Atlanta tev li çalakiyan dibe. Scoot anî ziamn ku li DYA nijadperestî ne nû ye û wiha got: "Berê darazê çi gotibûya ew dihat kirin. Lê niha ji ber pergala edaletê girtîgeh bi kesên reşik hatine tijîkirin. Gelo ger ku kuştina Floyd bi kamerayan nehatibûya qeydkirin dê darazê ew çawa nîşan bida. Gelo dê wekî reşikekî bê sûc û bê çek nîşan dabûya an jî bi şiklekî din bida xuyakirin. Çalakiyên niha ji yên salên 1940-1970'an cudatir in. Niha em mirovên reşik, spî, asyayî û nijadên cuda bi hevre li heman tiştî dinerin. Em bi hevre di nava piştevanî û şewirmendiyê de ne. Niha tiştê em dibînin şoreş e." 
 
MA / Eylul Denîz Yaşar