Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû

  • cîhan
  • 13:25 21 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsê koronayê ketine ji 467 hezar kesî derbas kir û hejmara kesên ku pê ketine jî nêzî 9 milyonan bû. 
 
Malpera înternêtê ya "worldometers" ku daneyên vîrûsa koronayê têde tên dayîn, ragihand ku li seranserê Cîhanê 467 hezar û 111 kesî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 8 milyon û 938 hezar û 444 kes jî pê ketine. 
 
10 WELATÊN DESTPÊKÊ 
 
Di malperê de welatên ku herî zêde mirov li wan bi vîrûsê ketine, bi hejmarên xwe ve wiha hatine rêzkirin: Amerîka 2 milyon û 330 hezar û 769 kes, Brezîlya milyonek û 70 hezar û 139 kes, Rûsya 584 hezar û 680 kes, Hindistan 412 hezar û 788 kes, Îngilistan 303 hezar û 110 kes, Îspanya 293 hezar û 18 kes, Perû 251 hezar û 338 kes,  Îtalya 238 hezar û 275 kes, Şîlî 236 hezar û 748 kes û Îran 202 hezar û 584 kes.