Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an 2020-03-26 14:27:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê û Serokê Yekîneya Têkiliyên Gel û Ragihandinê Kîanûsh Jahanpûr, diyar kir ku li Îranê 29 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 234 kes jî mirine.   Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê û Serokê Yekîneya Têkiliyên Gel û Ragihandinê Kîanûsh Jahanpûr, daneyên dawîn ên vîrusa koronayê yên li welatê xwe parve kir. Kîanûsh, diyar kir ku li Îranê 29 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 234 kes jî mirine û 10 hezar û 457 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.