Li Yewnanîstanê qedexeya derketina derve hat ragihandin 2020-03-22 22:00:32   NAVENDAN NÛÇEYAN - Li Yewnanîstanê ji ber şewba vîrûsa koronayê ji sibê şûn ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Li Yewnanîstanê ji ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexe sibê saet di 06.00’an de dest pê dike. Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Miçotakis biryara qedexeyê ragihand û got: "Em nikarin destûrê bidin ku rewş bibe mîna Îtalyayê. Belkî jî ev bibe gava taliyê."    Li Yewnanîstanê ji ber vîrûsa koronayê heta niha 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li tevahiya Yewnanîstanê vîrûs li 624 kesan geriyaye.