Li Iraqê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin 2020-03-22 18:27:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand ku 3 welatî ji ber vîrûsa coronayê mirine û 19 kesên din jî li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine.   Wezareta Tenduristî û Jîngeha Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di 24 saetên borî de, li ser 106 kesan test hatine kirin. Hate gotin ku ji wê hejmarê 19 kes encamên wan yên pozîtîf derketine û bi vîrûsa koronayê ketine. Li gorî wezaretê kesên bi vîrûsê ketine li van bajarane dirûnin; “Resafe 5, Kerc 1, Bexda 2, Necef 2, Kerbela 1, Musena 1 û li Hewlêr jî 1 û li Silêmaniyê jî 6 kes bi vîrûsa koronayê ketine.” Wezaretê da zanîn ku li bajarê Bexdayê 3 welatî ji ber vîrûsa koronayê mirine. Herwiha li seranserê welat giştî 233 kes bi vîrûs ê ketine. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku bi giştî li welat heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û rewşa 57 kesan jî baş bûye.