Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike 2020-03-19 15:03:35 ENQERE - Vîrûsa corona (Covît 19) her ku diçe li cîhanê belav dibe û hêjmara miriyan zêde dibe. Medya DYA û Ewropa, tedbîrên aborî yên li van welatan têne girtin derxist pêş. Medya cîhanê di weşanên xwe de anî ziman ku Banka Navendî ya Ewropa mudaxaleya 750 milyar dolar a ku hukmê xwe li piyasê nekiriye û Trump dixwaze, bi Zagona Hilberîna Parastinê dixwaze “aboriya şer çalak bike.  Vîrûsa Corona (Kovid-19) ku li Çînê derket holê niha li hemû cîhanê belav bûye. Li Tirkiyeyê jî li gorî daxuyaniyên Wezîr 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 191 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di medya ewropa û DYA de nûçeyên têkildarî polîtîkayên aboriya şer û parastinê derketin pêş. Banka Navendî ya Ewropa jibo Borsaya Ewropa çalak bike, şev nîvê şevê mudaxale kir. Dîsa DYA jî bi "Zagona Hilberîna Parastinê" ya di destê Serokê DYA Donald Trump re derbas bû, bû sedema niqaşan. Ev hewldanên Banka Navendî ya Ewropa û hewldana Trump a Zagona Hilberîna Parastinê bû sedema niqaşan û bû rojeva çapemeniya cîhanê.    Rojnameya New York Times bi ser navê “Trump ji bo mukelleflên bacê armanc dike ku bi 500 milyar dolar çekan derxe" çap kir. Rojnameya Washington Times bandora reqabeta hilbijartina DYA ya  di mijdara 2020’an ku beriya vîrûsê hatibû plankirin, anî rojevê. Rojnameya DER SPİEGEL diyar kir ku Serokê Trump aboriya şer plan dike.      Rojnameya Alman a Die Zait jî kêmasiya hikûmeta Alman a piştevaniya bi welatên YE'ê re derxist pêş. Rojnameyê bi sernava “Dere derên!" derket û got: “Ev kriz welatê wekî Îtalya dipelçiqîne. Ger ku alîkarî neyê kirin dê Yekîtiya Ewropa hilweşe.   Rojnameya La Repubblica bal kişand ser vîrûsa corona gavên ECB'ê yên Banka Navendî ya Ewropa û butçeya 750 milyarî.