Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn 2020-03-18 14:02:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane zêde bûn. Li Îranê hejmar ji hezarî derbas bû.   Li seranserê Cîhanê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Yek ji welatên ku miroz zêde bi virûsê ketine û gelek kes ji berê mirine Îran e. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî vîrusa koronayê ya li welat daxuyaniyek da û ragihand ku hejmara kesên ku bi vîrusê mirine bi seriya hezarî ketiye. Li gorî daneyên wezaretê li Îranê hezar 135 kes ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî vê yekê di 24 saetên dawîn de li Îranê 147 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî gihîştiye 17 hezar û 361 kesî.    Li aliyê din Îspanyayê jî di heman waxtî de têkildarî vîrusa koronayê daxuyaniyek da. Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê, ragihand ku li welatê wan hejmara kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane derbasî 558 kesî bûye. Her wiha wezaretê, destnîşan kir ku hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî gihîştiye 13 hezar û 716 kesan.