Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket 2020-02-25 15:43:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê Dr. Îrecî Herîrçî bi vîrûsa korona ketiye.   Li gorî medya Îranê Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê Dr. Îrecî Herîrçî bi vîrûsa korona ketiye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Îranê, heya niha li Îranê 15 kes bi vîrûsa koronayê mirine û 95 kes jî bi vîrûsê ketine. Lê li gorî daneyên nefermî bîlanço girane.