Elmanyayê dîsa destûr da firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê 2020-02-13 10:22:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta Elmanyayê, dîsa destûr da firotina çekan a ji bo Tirkiye, Katar, BAE û Misirê. Partiya Çep, bi hinceta ewê mudaxilê şerê  li Lîbyayê bibin li dijî firotina çekan derdikeve.   Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Çep Sevîn Dagdelen, derbarê firotina çekan a Elmanyayê de pêşniyar pirs da Meclîsê. Hikumeta Elman, bersiv da pêşniyar pirsa Dagdelen û got: “Wan ji 1’ê Çileya 2020 heya 4’ê Sibatê dest bi firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê, Katar, BAE û Misirê kiriye.