Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin 2020-02-10 16:32:29 NAVENDA NÛÇEYAN - TSK li Idlibê çek, cebilxane û leşkerên xwe zêde kiriye. Hat gotin li dijî baregeha Taftanazê êrişeke hewayî hatiye kirin û ji ber êrişê eskerên Tirkiyê mirin e û birîndar bûne.  Hêzên Çekdar ên Tirk û komên girêdayî wê serê vê sibehê li rojhilatê Idlibê û Helebê dest bi êrişeke berfireh kirin. Piştî êrişê ku TSK bi obus, tank û çekên giran piştgiriya wê kir, li herêmê şerekî dijwar rû da.   Hat ragihandin ku bi giranbûna şer re balafirên şer ên artêşên Rûs û Sûriyê bombe li baregeha leşkerî ya Taftanazê ya li başûrê rojhilat ê Idlibê barandin. Li gorî agahiyan ji ber bombardûmanê gelek leşkerên TSK'ê mirine û birîndar bûn e.   TSK ku ji destpêka meha Sibatê ve herî kêm bi 1480 wesayitên leşkerî sewqiyat li Idlibê kir, beşeke girîng a vê hêzê li baregeha hewayî ya Taftanazê bi cih kiribû.   Li aliyê din, hatibû ragihandin ku TSK ji bo komên girêdayî xwe ji operasyonên Rûsya û rejîmê biparêze, unîformayên TSK'ê li wan kiribû.   Li herêmê bi çekên giran şer dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê êrişî bakur rojavayê Helebê û başûrê rojhilat ê Idlibê dikin.   Tê payin ku rayedarên Rûs û Tirk îro li ser Idlibê cara duyemîn li Enqereyê hevdîtinan bikin.