Generalê Rûsî: Li Îdlîbê agirbest hat îlankirin 2020-01-10 09:42:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Rûs TASS, di nûçeya spast rayedareke Wezareta Parastina Rûsyayê de, diyar kir ku li Îdlîbê agirbest hatiye îlankirin.    Ajansa Nûçeyan a Rûs TASS, di nûçeya spart rayedareke Wezareta Parastina Rûsyayê de, diyar kir kul i Îdlîbê agirbest hatiye îlankirin. Generalê Rûsî Yûrî Borenkov ji ajansê re axivî û got: “Li gorî lihevkirina aliyên Tirkiyeyê, ji bo ku ragehiya li Îdlîbê kêm bibe, di 9’ê Çileya 2020’an de, agirbest li gorî saeta Moskovayê saet 14.00’an de hat îlankirin.”   Tirkiyeyê, ji Rûsya xwestibû ku li herêmê agirbest bê îlankirin û di meha derbas bûyî de, ji bo hevdîtinan dîplomatek şandibû Moskovayê   Roja çarşemê, di hevdîtina Serokkomar Tayyît Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Stenbolê de, Îdlîb bibû mijara nîqaşê û Erdogan diyar kiribû ku divê hemû peyman ji bo Îdlîbê bên bi cih anîn.    Artêşa Sûriyeyê, ji bo ku careke din Îdlîbê bixe bin kontrola xwe, operasyonan li dar dixe û ji ber van operasyonan bi sedhezaran kesî koçber kirin û gelek kesan jî, jiyana xwe ji dest dan.