Di merasîma cenazeyê Silêmanî de îzdîham: 35 kes mirin 2020-01-07 14:50:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku di merasîna veşartina cenazeyê Qasim Silêmanî de ji ber qelebalixiyê 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes ji birîndar bûne. Piştî 5 rojan, dê îro cenazeyê Fermandarê Hêza Qudusê ya Parazvanên Şoreşê a Îranê Qasim Silêmanî ku ji aliyê Amerîkayê ve li Iraqê hat kuştin, bi merasîmek girseyî li Kirman bihata veşartin. Lê li gorî medyaya Îranê, di merasîma veşartina cenazeyê Silêmanî ya li bajarê Kirman de, ji ber qelebalixiyê ango îzdîhamê herî kêm 35 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn   Tê gotin ji ber ku rewşa hinek birîndaran girane, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.   Fermandarê Hêza Qudusê ya Parazvanên Şoreşê a Îranê Qasim Silêmanî li gel Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis di 3 Çileyê de li balafirxaneya Bexdayê, di êrişeke hewayî ya Amerîkayê de hatibûn kuştin.    Tê gotin merasîme cenaze ji ber vê bûyera qelebalixiyê hatiye taloqkirin.