Îranê fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir 2020-01-07 12:28:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Îranê ku piştî kuştina Qasim Silêmanî li hev civiya, fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir.  Meclisa Îranê ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Mihafizên Şoreşê Qasim Silêmanî li hev civiya, bi biryarên ku girt fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir.    Di biryarê de ji bo 2 mehên pêş ji Hêza Qudsê re 200 milyon Eûro hat veqetandin.    Dengdayîna li parlamentoyê di nav dûrişmeya "tolhildan" de pêk hat.