Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke 2020-01-03 16:19:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Sefîrê Îranê yê Enqereyê Muhammed Farazmand têkildarî kuştina Qasim Silêmanî got: “Trump û Pompeo zû kêfa xwe anîn. Lê wê ev kêfa wan dirêj dom neke.”    Sefîrê Îranê yê Enqereyê Muhammed Farazmand derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî daxuyanî da. Farazmand di televîzyonek taybet de axivî û got: “Trump û Pompeo zû kêfa xwe anîn. Lê wê ev kêfa wan dirêj dom neke. Tevegerek ehmeq kirine. Ev cînayetek e. Helbet wê encamek hesabê vê yekê were dayîn. Berpirsiyariya vê jî girêdayî DYA’yê ye. Silêmanî ji bo mêvaniyê çûbû Iraqê. Divê Amerîka ji van kirinên xwe bitirse. Em ê ji bo tolhildana Tahranê li benda biryarê bisekinin.”