Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin 2019-12-27 09:20:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kazakistanê balafira rêwiyan ku 95 rêwî û 5 personel hebûn ket. Li gorî Reutersê di qezayê de herî kêm 14 kes mirin.    Komîteya Rewşên Lezgîn a Kazakistanê, diyar kir ku balafira ku 95 rêwî û 5 personel hebûn û sefera Almati-Nur Sultan dikir, ketiye xwar. Komîteyê anî ziman ku piştî balafir rabû demek şûnde ketiye xwar. Komîteyê da zanîn ku di ketina balafirê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 6 jê zarok 9 kes birîndar bûne. Ajansa Reutersê jî diyar kir ku herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.