Erdogan li Amerîka ye: Rojev Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye 2019-11-13 12:17:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan li Washîngtonê ye û dê saetên êvarê bi Serokê Amerîkayê Trûmp re hevdîtin pêk bîne.  Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trûmp re bê gel hev, çû Washîngtonê. Erdogan, li vir tevlî Civîna Maseya Gilover ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Lîjneya Têkiliyên Aboriya Derve û Konseya Kar a Amerîka-Tirkiyeyê ve hat lidarxistin, bû. Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Maliyê û Xezîneyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar, Wezîra Bazirganiyê Rûhsar Pekcan, Serokê Ragihandinê Fahrî Altûn û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî tevlî civîna ku ji çapameniyê re girtî hat lidarxistin bûn.   Di civînê de nûnerên şîrketên mîna Pepsîco, Google, ÛPS, Hîlton, The Coca Cola Company, GE, Cîtî, Ûber, THY, Lîmak, TAV, Borûsan, Kale Groûp jî di nav de nûnerên saziyên mîna Fona Hebûnê ya Tirkiyeyê, Lîjneya Têkiliyên Aboriya Derve, Nasdaq û Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê jî amade bûn.    Erdogan dê saet 20.00'an de bi Trûmp re bê gel hev û di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên di rojevê de pê re biaxive.   ROJEV SÛRİYE YE   Xaleke girîng a hevdîtina Erdogan-Trûmp êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lihevkirina ku piştî êrîşan di navbera wan de pêk hat û girêdayî vê "Herêma Ewle" ye.    Di rojeva Erdogan de birina penaberan a bi darê zorê ya "Herêma Ewle" heye.    Her wiha mijara S-400 ve F-35’an ku di navbera aliyan de bûne krîz hene.    Piştî hevdîtinê Erdogan û Trûmp dê tevlî xwarina xebatê ya di navbera heyetan de bibin û piştî vê yekê dê civîneke hevpar a çapameniyê li dar bixin.