Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne 2019-11-11 13:27:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê weke "binpêkirina serweriyê" bi nav kir û da zanîn ku pirsgirêkeke wan bi gelê tirk re tuneye û ev tişt got: "Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne."    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, tevlî Televîzyona Russia Today bû û têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinan kir û têkildarî peymana di navbera wan û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) de ku piştî êrîşên Tikriyeyê hatibû ragihandin jî ev tişt gotin: "Bi peymanê hat armanckirin ku hinceta dagirkirina Sûriyeyê ji holê bê rakirin."   'BINPÊKIRINA SEREWERIYÊ'   Esad êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê weke "binpêkirina serweriyê" bi nav kir û wiha got: "Gelê tirk cîranê me ye, dîrokeke me ya hevpar heye, em wan nikarin bikin neyar. Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne."    Esad di berdewamê de nîşana operasyona li dijî Idlibê ku di bin kontrola Heyet Tahrir El Şamê (El Nûsraya) de ye da û ev tişt anî zima: "Berjewendiya me di parastina sivîl û kuştina terorîstan de ye, ne di hiştina sivîlan a di bin çavdêriya terorîstan de ye."   ANGAŞTÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ RED KIR   Esad têkildarî sûcdariyên çekên kîmyewî yên Artêşa Sûriyeyê jî bal kişand ser deman angaştan û wiha pê de çû: "Heke hûn çekên kîmyewî bi kar bînin, li cihekî ku mirov ewqas nêzî hev dijîn dê bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Ewder cihek gelek qelebalix e. Vegotineke hinceta êrîşkirina Sûriyeyê ye."    Herî dawî Esad da zanîn ku banga tevlîbûna Artêşa Sûriyeyê li kurdan kirine û angaşt kir ku piraniya kurdan têkiliyên wan ên bi hikûmeta Sûriyeyê re baş in û piştgiriya hikumetê dikin.