Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin 2019-11-01 12:36:47 NAVEND NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo mutabakata Soçî got: “Mijara pêşeroja kurdên li Sûriyeyê, li şûna ku di nava  çalakiyên leşkerî de bêaxaftin, ji bo ku ev mijar dinava aramiyê de bê lihevkirin, me şert û merc ava kirin.”    Wezîrê Karê  Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ê di televizyona Rossiya-24 de axivî, bal kişand ser mutabakata Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Soçî li hev kirin. Lavrov, ji bo mûtabakatê got: “Mijara pêşeroja kurdên li Sûriyeyê, li şûna ku di nava çalakiyên leşkerî de bêaxaftin, ji bo ku ev mijar dinava aramiyê de bê lihevkirin, me şert û merc ava kirin.”   PIRSGIRÊKA KURD    Lavrov wiha dewam kir: “Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin. Pirsgirêka ku mijara gotinê ye, tenê ji krîza Sûriyeyê derketiye û bûye pirgirêkek giştî. Kurdên li Iraqê dijîn hene, Kurdên li Îranê dijîn hene, bêguman li Tirkiyeyê jî gelek kurdên dijîn hene. Kes naxwaze ji ber pirsgirêkên kurdên li van herêman û li van welatan dijîn, rageşiyê bijîn. Êdî kes naxwaze ku kurd xwe weke mirovên cîna duyemîn hîs bikin.”