Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt 2019-10-30 14:07:13   NAVENDA NÛÇEYAN -  Îsraîl, ragihand ku dê îro hemû nûnertiyên wê yên li seranserê Cîhanê girtîbin û xizmet nedin.    Ji ber krîzeke siyasî, li seranserê Cîhanê hemû nûnertiyên dîplomatîk ên Îsraîlê hatin girtin. Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê têkildarî mijarê daxuyaniyek dan û ragihandin ku ji ber birîna budçeya dîplomat û ateşeyan ku ji aliyê Wezareta Aboriyê ve tê kirin, biryareke bi rengî dane.    Wezareta Aboriyê ya Îsraîlê biryar dabû ku budçeya dîplomat û ateşeyên leşkerî hindik bike û xerckirinên wan kêm bike. Li ser vê biryarê Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê jî biryar dan ku li seranserê Cîhanê hemû nûnertiyên dîplomatîk ên Îsraîlê bigirin û rojek biçin grevê.    Ji ber vê sedemê Serkonsolosxaneya Stenbolê û Sefaretxaneya Enqereyê yên Îsrîlê jî girtî ne û xizmetê nadin.