Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin 2019-10-15 17:25:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî leşkerên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku ji Minbicê vekişiyane.    Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ku piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a 7'ê Cotmehê ji xetên ser sînor vekişiyabû, ragihand ku ji Minbicê jî vekişiyaye. Berdevkê koalîsyonê Myles B. Caggîns, li ser hesabê xwe ya medya civakî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Hêzên koalîsyonê bi awayekî plankirî ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê vedikişin. Em ji Minbicê derketin."