Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin 2019-09-10 17:50:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, di çalakiyên roja Aşûreyê de 31 kes mirin.    Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, ji bo bîranîna Hezretî Husên û ên pê re hatin şehîdkirin çalakiya Roja Aşûreyê hat lidarxistin. Di hêwirze û îzdihama çêbû de gelek kes mirin û gelek eks jê jî birîndar bûn.    Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di çalakiyên roja Aşûreyê de 31 kes mirine û 100 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku dibe hejmara birîndar zêdetir bibe.