Li Kabîlê 20 kes hatin kuştin 2019-07-29 11:45:17       NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta Afganistanê ragihand ku di êrîşa li dijî buroya namzetê cîgirê serok a li paytext Kabîlê, Emir Ellah Salih pêk hat de 20 kes hatin kuştin. 50 kes jî birîndar bûn.    Duh buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Afganistanê ya Kabîlê rastî êrîşekê hat. Di êrîşê de Emir Ellah Salih ê ku ji bo nûnertiya cîgiriya serok xwe hilbijart, birîndar bû. Di êrîşê de 20 kes hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî Skynewsê, Wezareta Hundirîn diyar kir ku piştî ku xwekujekî xwe kuşt, hêzên afgan 3 çekdarên ku girtin ser buroya Salih ku ji 4 qatan pêk tê, kuştin. Berdevkê Wezareta Hundirîn got operasyonê 6 saetan dewam kir û tê de 150 sivîl hatin rizgarkirin. Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê di 28`ê Îlonê de werin lidarxistin, lê rewşa welêt di hemû aliyan de ji ber êrîşên rojane yên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêz, karmandên hikumetê û sivîlan ne aram e.