Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn" 2019-05-30 11:07:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rayedarên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê bi armanca ku "Pirsgirêka Ewlehiya Rojhilata Navîn" biaxivin, di meha hezîranê de li Qudûsê dê civînek li dar bixin   Ji aliyê Qesra Spî ve hat ragihandin ku dê Amerîka, Rûsya û Îsraîlê di meha hezîranê de li Qudûsê bên gel hev. Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê hat dayîn de hat diyarkirin ku dê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê John Bolton û hempîşeyê wî yê rûs Nikolay Patruşev û ji Îsraîlê jî Meîr Ben-Shabbat tevlî civînê bibin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê rayedar "Ewlehiya Rojhilata Navîn" binirxînin.