Li Derya Spî keştî noqî avê bû: 70 penaber fetisîn 2019-05-10 16:10:36    NAVENDA NÛÇEYAN - Li Derya Spî, keştiya penaberan noqî avê bû. Li gorî Ajansa Dewletê ya Tunusê herî kêm 70 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin.    Li peravên Derya Spî keştiya penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 70 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Ajansa Dewletê ya Tunusê, li peravên Derya Spî keştiya penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 70 kes noqî avê bûn. 16 penaber jî bi saxî hatin rizgarkirin. Ajansa Nûçeyan a Alman DPA jî diyar kir ku di bûyerê de herî kêm 70 penaberan jiyana xwe ji dest dane. Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî diyar kirin ku di bûyerê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.