Di balafira li Moskova ket de 41 kes mirin 2019-05-06 10:06:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Moskova ya Rûsya duh balafira rêwiya dema daket xwar agir pêket. Di qezaya balafirê de bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Duh li rêya hewa ya navneteweyî ya Moskova balafira rêwiya ya bi tipa SSJ-100 a aydî Aeroflot, dema dadiket xwar, agir pêket. Balafira ku agir pêket li balafirgeha Sheremetyevo bi lez daket xwar. Balafira ku duh saet di 18.02’an de ket xwar, heta niha ji 78 rewî û 5 murettebatan 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.