Trump dîsa got: Felaketa Mezin 2019-04-24 16:53:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump bi boneya salvegera Qirkirina Ermenan dîsa daxuyanî da got “Felaketek mezin qewimî.”    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermenan ên di 24’ê Nîsana sala 1915’an de dest pê kir, daxuyanî da. Trump di daxuyaniya xwe de kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: “Divê wek qirkirin bê pênasekirin. Lazime gelên ermen û tirk rû bi rû bûnê bikin. Felaketek mezîn qewimî.”    Trump dîsa wek her sal “Felaketa mezin” ku tê wateya “Meds Yeghern” bilêv kir.