Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê 2019-03-07 21:18:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bikevin grevê û ji bo tevlîbûnê bang li hemû jinan hate kirin.    Kolektîfa 8’ê Adarê “Collecti.e.f 8 maars”, ji bo 8’ê Adarê berî çend mehan li gelemperiya welat bang li jina kiribû ku tevlî grevê bibin. Jin wê ji bo daxwaza heqdesta wekhev, mercên wekhev ên xebatê û bidawîkirina şidetê ya li ser jinan têkevin grevê.    Her wiha sendîkaya karkeran FGTB, CSC, Centrale Générale, CGSP-Perwerdehî, CGSP-Bruxelles û MWB FGTB jî  ji bo tevlîbûnê bang kir û destek da grevê.