Pompeo: Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin ne terorîst in 2019-01-13 15:04:35   NAVENDA NÛÇEYAN: Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo diyar kir ku ji bo li Sûriye YPG'ê bên parastin hewl didin ku bi Tirkiye re peymanê çêkin û di vê mijarê de bi hevî ne. Pompeo, destnîşan kir ku Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer kirin ne terorîs in.    Wezîre Karên Derve yê DYA Mike Pompeo, li Emîriyên Yekbûyî yên Ereban bi Prensê Abu Dhabi Veliaht Muhammed bin Zayed Al-Nahyan re hevdîtin kir. Pompeo der barê hevdîtinên Tirkiye de jî agahî dan û diyar kir ku ji bo li Sûriye YPG'ê biparêzin hewl didin bi Tirkiye re peymanê çêkin û ji vê yekê bi hevî ne. Pompeo, destnîşan kir ku kurdên li dijî DAIŞ'ê şer kirine ne terorîst in. Pombo, piştî ziyareta prens, bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye re axivî û wiha got: "Mafê Erdogan û Tirkiye heye ku welatê xwe ji terorîstan biparêzin. Li aliyê din mafê me jî heye ku em yên li gel me li dijî DAIŞ'ê şer dikin biparêzin. Divê em li ser gelek aliyan bixebitin. Ez bawer dikim ku en dê encamekê bistînin."