Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven 2019-01-10 10:44:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn belavokek belav kirin û piştgirî dan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven.    Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn, belavokek belav kirin û piştirî dan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 64 roj in ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger. Parlamenteran, bal kişandin ser rewşa Guven ku her diçe xerab dibe. Di rojnameya Gazete Karincayê de hat diyar kirin ku li ser daxwazên Guvenê hatiye sekinandin û tê gotin, ji 11 Îlona 2016’an heta niha di derbarê tenduristiya Ocalan tu agahî nehatiye girtin; ne bi rêya telefonê, ne rû bi rû, ne jî bi rêya elektronîk postayê tu hevdîtin pê re nehatine çêkirin. Di danezanê de wiha gotin: “Em peyama Leyla Guven dibîhîzin. Em bang li desthilatdariya Enqereyê dikin ku li gorî zagonên xwe tevbigere û Guven demildest berdin. Yekane rêya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, diyaloga aştiyane û demokratîk e; tecrîd û girtin nîn e."   Navê parlamenterên Çepgirên Yekbûyî Yên Ewropayê/Keskên Bakurî (GUE/NGL) ên mohra xwe li danezanê danîne ev in:   Martina Anderson (Sinn Féin-Îrlanda), Lynn Boylan (Sinn Féin-Îrlanda), Matt Carthy (Sinn Féin-Îrlanda), Takis Hadjigeorgiou (AKEL-Kibris), Kostadinka Kuneva (Syriza-Yewnanîstan), Liadh Ní Riada (Sinn Féin-Îrlanda), Dimitris Papadimoulis (Syriza-Yewnanîstan), Paloma Lopez (İU-Îspanya), Sabine Losing (Die Linke-Almanya), Lidia Senra (Serbixwe-Galiçya), Neoklis Sylikiotis (AKEL-Kibris), Ángella Vallina (İU-Îspanya), Miguel Viegas (PCP-Portekiz), Raid Fahmi (Serkreterê Giştî Yê Partiya Komunîst a Iraqê), Aqel Taqz (Partiya Gel a Filîstinê), Aida Touma (Partiya Komunîst a Îsrailê), Nizar Trabulsi (Partiya Komînîstên Yekbûyî yên Sûryeyê).