Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya 2018-12-06 11:46:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Çabahar ê Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Tê gotin 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne.   Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand li nêzî navendeke polîsan a bajarê Çabaharê ya Îranê wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 3 kes jiyanê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.   Bajarê Çabaharê li Eyaleta Sîstan-Belûcîstanê ye.