Asya Bîbî hat berdan 2018-11-08 11:25:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Asya Bîbî ya li Pakîstanê, bi sûcdariya “Heqaret li dînê Îslamê kirin” bi darvekrinê dihat darizandin, beraet kir û hat berdan.     Dadgeha Pakîstanê, di hefteya derbasbûyî de cezayê dervekirinê ya bi îdîaya “Heqaret li dînê Îslamê kirin” ji bo Asya Bîbî ya Xiristiyan a di sala 2010’an de hatibû girtin, hat dayîn betal kiribû. Parêzerê Bîbî Saîful Malook, diyar kir ku piştî biryara betalkirina darvekirinê muwekîlê wî hat berdan.     Parêzerê Bîbî Saîful Malook piştî biryara beraeta muwekîlê xwe rastî gefên kuştinê hat û neçar ma ku welatê xwe terk bike. Li welatên Misilmanan heya niha ji ber sûcdariya “Heqaret li dînê Îslamê kirin” kesek rastî cezayê dervekirinê nehatibû. Bîbî yek jin bû ku ji ber vê sûcdariyê rastî cezayê dervekirinê hatibû û biryara darvekirina Bîbî li tevahiya cîhanê rastî bertekên mezin hatibû.