Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn 2018-11-01 11:41:46   ENQERE – Piştî têkiliya navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr baş bûn, ji bo leşkeriya bi darê zorê ya 50 salan Dadgeha Destûra Bingehîn a Koreya Başûr ji bo kesên reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf nas kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn a Koreya Başûr roj pêncşemê biryar da ku hikumet ji bo kesên reda wîjdanî vebijêrka xizmeta sivîl pêşkêş bike. Vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn wek veguherînek hat nirxandin. Ev 50 sal in çûyîna bi darê zorê ya leşkeriyê hebû. Piştî Koreya Bakur û Koreya Başûr li hev kirin, dadgehê jî ji bo kesên reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf nasî.