Dozger Del Ponte: Me komkujiya êzidîyan belge kir, lê ji NY'ê encam derneket 2018-10-10 10:59:29   CENEVRE - Dozger Del Ponte yê helwesta welatên endam şermezar kir û ji Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) veqetiya, diyar kir ku wan komkujiya li dijî Êzidîyan bi belgeyan îspat kir û pêşkêşî Konseya Ewlehiya NY'ê kir, lê ji NY'ê tu encam derneket.      Dozgerê berê yê Swêdî Carla Del Ponte, di panela "Dewletên li hemberî Hiqûqa Navneteweyî" ku Zanîngeha Cenevre û Vakfa Latsis a Navneteweyî amade kiriye de bal kişand ser helwesta hiqûqa navneteweyî û diyar kir ku hiqûqa navneteweyî zêde nayê xebitandin. Ponte, helwesta welatên endam şermezar kir û ji Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) veqetiya, diyar kir ku wan komkujiya li dijî Êzidîyan bi belgeyan îspat kir û pêşkêşî Konseya Ewlehiya NY'ê kir, lê ji NY'ê tu encam derneket. Del Ponte, anî ziman ku wî li Ruwanda û Yugoslavya li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dozgerî kiriye û bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê. Del Ponte, anî ziman ku li Yugoslavya li dijî balafirên şer ên DYA ku sivîl bombe kiribûn lêpirsîn hat vekirin, lê tu encam ji vê lêpirsînê derneketiye. Del Ponte, da zanîn ku bi heman rengî li Ruwanda jî xwestin kesên dijber ji bo sûcê kirine bên darizandin, lê DYA li dijî vê yekê derketiye.    ME DU RAPOR PÊŞKÊŞ KIRIN LÊ ENCAM DERNEKET    Del Ponte, anî ziman ku wan 2 raporên bi belge pêşkêşî Komîsyona Lêpirsînê ya NY'ê kirine, lê tu encam ji vê yekê derneketiye. Ponte, da zanîn ku wan lîsteya sûcên ku hatine kirin, li gel delîlên wan pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê kirine jî bê encam maye.  Ponte, daxuyand ku di komîsyonê de kesê ku di qada pratîkê de dozgerî dikir tenê ew hebû û wiha got: "Min xwest di şerê li Sûriyeyê dewletên ku tiliya wan di nava vî şerî de heye bên nivîsandin. Yên ku çek şandine û piştgiriya lojîstîk dane di raporê de cih bigirin. Lê endamê komîsyonê nêzîk nebûn. Me du rapor pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan kir. Lê tiştek nehat guhertin. Me pêşkêşî Konseya Ewlehiye kir, lê encam derneket. Konseya Mafên mirovan a NY'ê pir bê dil nêzîkî mijarê bû. Min jî ev helwesta wan şermezar kir û ji komîsyonê veqetiyam. Li dijî Êzidîyan komkujî pêk hat. Me ev komkuijî bi belgeyan pêşkêş kir, lê tu encam derneket. Di mijara Sûriye de jî Rusya her dem veto dikir. Li dijî Êzidîyan komkujiyek mezin pêk hat. komkujî pêk hat. yê vê yekê dikirin DAIŞ bûn."