Li Rûsyayê jina rojnameger kuştin 2018-10-08 15:14:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Rojnameger Vîktorîa Marînova ku li Bulgaristanê rastî êrşa zayendî hat, hat qetilkirin.   Jina Rojnameger ku li Bulgaristanê li ser îdiayên fona DYA'yê ji aliyê rêvebirên herêmî ve ji bo bertîlê heyî lêkolîn dikir, roja şemiyê li Rusyayê hat qetilkirin. Polîs diyar kir ku kujeran ewil tecawizî Vîctoryayê kirine û pişre ew qetil kirine. Nûnerê AGÎT'yê azadiya medyayê Harlem Desîr diyar kir ku ji bo berpirsiyar demildest bên darizandin wan bang li berpirsiyarên Bulgaristanê kiriye ku lêpirsînek berfireh bidin destpêkirin. Vîctoryayê, herî dawî di bernameyeke televîzyonê de, bi komek rojnamegerên Bulgar re derbarê îdayên ku fonê DYA'yê ji aliyê rêveberên herêmî  dikin bertîl, tev li bernameya niqaşê rêvebiri bû. Vîctoryayê, bi du rojnamegerên ku li ser vê îdaya fonê ji bo bertîlê tê bikaranîn de hevpeyvîn kiribû, bernameya derbarê mijarê de di 30'ê Îlonê de hatibû meşandin.