Di tusûnamî ya Endonezya de hêjmara miriyan gihişt 832 kesan 2018-10-01 08:37:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li grava Sulawesî ya Endonezyayê roja înê erdhej û tûsûnamî pêk hat. Heta niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 832 kesan.    Roja înê li grava Sulawesi ya Endonezyayê erdheja hêza wê 7.5 pêl û tûsûnamî pêk hat. Berdevkê Saziya Mudaxaleya Lezgîn a Endonezya Sutopo Purwo Nugroho, di civîna duh de diyar kir ku heta niha gelek kes hêj di bin kavilên xerabe de ne û piştî erdejê stunamî pêla avê derket 6 metreyan. Yekîneyên lêkolîn û rizgariyê yên li bajarê Palu ku li benda kelpçe û maşîneyên kar in, bi destan kavilên xaniyên xerabe radikin. Li Qasabaya Donggala ku kerî zêde ji erdhejê bandor bûye jî hêj asta xezara erdhejê ne diyar e. Rayedar bi fikar in ku ji ber cesedên zêde yên nehatine rakirin nexweşî belav bibin. Lijneya Koordînasyona Razemeniyê ya Endonezya, diyar kir ku Serokomar Joko Widodo aşkere kiriye ku dest bi qebûlkirina alikariya navneteweyî kirine.