Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan 2018-09-09 13:57:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdana Başûr balafira rêwiyan a 22 kes tê de bûn ket û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Sûdana Başûrê welatê Efrîkaya Rojhilat, balafira rêwiyan a 22 rêwî lê siwar bûn, ket. Hat diyar kir ku balafira ji balafirgeha Paytexta Juba rabû, nêzî bajaroka Yîrol ket û ji 22 rêwiyan 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Dinava kesên hatin rizgar kirin de zarokek 6 salî, kesek ciwan û tûrîstek Ewropayî hene.   Sedama ketîna balafirê nehat zanîn û bajaroka Yîrol a balafir lê ket weke navenda şerê navxweyî tê zanîn.