YE'ê daxwaza Tirkiyeyê red kir 2018-06-27 13:30:28   ENQERE - Yekîtiya Ewropa (YE), daxwaza Tirkiyeyê ya ku yekîtiya gumrikê fireh bike qebûl nekir û daxwaza Tirkiye red kir. YE diyar kir ku Tirkiye ji nirx û pîvanên YE'ê dûr dikeve û edalet, azadiya îfade û çapemeniyê mînak nîşan da.    Yekîtiya Ewropa (YE) daxwaza Tirkiyeyê ya ku sînorê Yekîtiya Gumrikê fireh bike red kir. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya tirkî civîna Şeva Sêşemê ya Konseya Karên Giştî ku bi tevlêbûna Wezîrên Karên Derve û Wezîrên YE li Luksemburgê pêk hat, daxwaza Tirkiye ku sînorên Yekîtiya Gumrikê bê firehkirin hat redkirin. YE'yê di sedema redkirinê de diyar kir ku azadiya raman û îfadeyê û azadiya çapemeniye hatiye îhlalkirin û edalet hatiye sînorkirin.    Seroka Almanya Angela Merkel çend meh berê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ne pêkan e ku sînorê yekîtiya gumrikê li Tirkiye bê firehkirin û ne pêkan e Tirkiye têkeve YE'ê.    AVUSTURYA: BILA BI DAWÎ BIBE   Di civînê de Avusturya xwest têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û YE'ê de bi awayekî fermî bi dawî bibe. Pêvajoya Tirkiye ya bi YE'ê re di sala 2005'an de bi awayekî fermî dest pê kiribû. Piştî 15'ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiye hewldana darbeya leşkerî pêş ket di navbera Tirkiye û YE re rageşî pêş ketibû. Krîza di navbera YE û Tirkiyeyê de hêj berdewam dike.