Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn 2018-05-29 15:32:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîkaragûayê di roja 42’yemîn a çalakiyan de heta niha 86 kes hatin kuştin û 860 welatî birîndar bûn.    Li Nîkaragûayê 42 rojin li dijî hikumetê xwepêşandan tên kirin. Mûxalefetê û serokkomar Daniel Ortega di 28'e Hezîranê de li ser 'demokratîkkirina rejîmê' û danûstandinên nû, lihev kiribû. Li hemberî vê lihevkirinê jî dihat xwestin ku beşek ji bendên li ser rêyan hatine danîn, bên rakirin.   Der barê mijarê de nûnerên mûxalefetê û Ortega axivîn û xwestin ku hemû çalakiyên şîddetê biqedin û bal kişandin ser mafê xwepêşandana aştiyane. Her du aliyan, şewitandina avahiya radyoya ‘Ya’ ku alîgirê hikumetê ye û êrîşa polîsan ku avêtin ser Dibistana Endezyariyê ya li Managûayê şermezar kirin. Her wiha di navbera xwendekarên zanîngehê û polîsan de jî şerekî dijwar qewimîbû. Xwepêşandêrên dadikevin qadan daxwaza îstifaya Daniel Ortega dikin. Nûnerên mûxalefetê jî dixwazin hilbijartina serokkomariyê ku dê di sala 2021'ê de pêk bê, bi rengekî pêşwext bê kirin. Lê belê hikumetê ev yek red kir û weke "ajandaya darbeyê" bi nav kir.