Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket 2018-05-21 14:44:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro careke din di hilbijartinê de bi ser ket û bû serokdewletê Venezuelayê.    Li Venezuelayê hilbijartin pêk hat û Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro dîsa bi ser ket.  Serokê Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî Tibisay Lucena aşkera kir ku ji sedî 90'ê dengan hatin hêjmartin û Maduro dengê 5,8 milyon dengdêrî girt ku ev jî dike ji sedî 67,7’ê dengan.  Li gor nûçeya BBC Tirkî rêjeya tevlêbûnê ji sedî 46’ê de ma. Tê gotin bandora biryara boykotê ya muxalefetê li ser vê encamê zêdeye.  Endamê muxalefetê Henri Falcónê ku boykotê qebûl nekir û tevî hilbijartinê bû dengê 1,8’ milyon dengêr girt ku ev jî ji sedî 21,2'yê dengan e. Encax Falcón demek pir kin piştî girtina sindoqan îdia kir ku di hilbijartinê de nelirêtî hatiye kirin û ji ber vê jî ew encamê qebûl nake. Her wiha encam ji bo wî di hukmê tine de ye.  Falcón diyar kir ku vê hilbijartinê wek hilbijartina rewa qebûl nakin û got: "Divê hilbijartin bê nûkirin. Hikumetê li nêzî sindoqên dengan 13 hezar maseyên alîkariyê denî. Ev ne rewaye. "    Li gor îdiayên Falcon hikumeta Venezuelayê kartên alîkariyê yên daye dengdêran piştî deng hat dayîn di çadirên sor ên alîkariyê de ‘Kartên Neteweyî’ yên alîkariyê dane xwendin.  Tê gotin ku kesên deng dan û hatin çadiran û gotin min dengê xwe daye hikumetê wek diyarî alîkarî stendine. Muxalefet destnîşan dike ku hikumetê bi vê rêbazê dengên welatiyan kiriye. Lê nûnerên hikumetê aşkera dikin ku li welatê wan hilbijartineke adil pêk hatiye. Encam jî rewa ye.    Balkêşe ku Serokdewletê DYA’yê Donald Trump aşkera kir ku ew bi tu awayî encama hilbijartinê li Venezuelayê nas nake.