Li Kubayê balafira rêwiyan ket 2018-05-18 22:02:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Kuba Havanayê balafireke rêwiyan ket.    Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 737 dema ji Balafirgeha Jose Martiyê rabû piştî demeke kurt ket.    Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AFP'ê ragihandin, li herêma ku qeza lê çêbû Serokê Dewletê Miguel Diaz-Canel lêkolîn kirin. Diaz Canel diyar kir ku di qezayê de gelek kes mirine û got: "Qezayeke bêtalih pêk hat. Li gor agahiyên ji me re tên, rewş nebaş e. Gelek mirî hene."    Balafir li devereke ku di navbera Havan û Boyerosê de ye ket. Di balafirê de 104 rêwî hebûn.