Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li Hakan Attîlla birî 2018-05-16 20:36:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li midûrê giştî yê berê yê Bankaya Halkê Mehmet Hakan Atilla birî. Ji ber mueyîdeyên li ser Îranê sepand, dadgehê di çarçoveya pênc tawanbariyên cuda de ceza li Hakan birî.    Danişîna hikimkirinê ya midûrê giştî yê berê yê Banka Halkê Mehmet Hakan Atîlla li dadgeha Herêma Başûr a New Yorkê pêk hat. Di dozê de dozger 105 sal ceza ji Atilla re xwestibû û parêzerên Atilla jî doza 46-56 meh ceza kiribûn. Lê belê dadgerê dozê Berman di danişînê de got: "Di vê dozê de ne mehkûmiyeteke ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin, divê cezayeke bi merhamet bê dayîn."    Heyeta dadgehê, 32 meh ceza li Atîlla birî.    Heyeta dadgehê ji ber mueyîdeyên li ser Îranê sepandiye, di çarçoveya pênc tawanbariyên cuda de ceza li Hakan birî.