Li Xezzayê 37 kes mirin û 900 kes birîndar bûn 2018-05-14 16:29:41   QUDUS - Leşkerên Îsraîlî gule li xwepêşandarên Fîlîstînî yên vekirina balyozxaneya DYA ya li Qudusê şermezar kirin rejandin, 37 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.      Beriya vekirina Balyozxaneya DYA’yê ya li Qudûsê, li Xeta Xezzayê bi deh hezaran Fîlîstiniyan xwestin çalakiyên şermezarkirinê pêk bînin. Li herêmê bi kêmanî 40 hezar Fîlîstînî tevlî çalakiyê bûn. Dema ku kom nêzî bariyerên ewlekariya polîsan bûn, polîsan gule li xwepêşanderan reşandin. Li gorî rayedarên Xezzayê bi kêmanî 37 kes mirin.   Rayedarên tenduristiyê yên Fîlîstînî ragihandin ku bi kêmanî 900 kes birîndar bûn û 450 kes gule li wan ketine. Berdevkê hikûmeta Fîlîstînê Yûsûf El Mûhammed ,diyar kir ku hêzên Îsraîlê qetlîam pêk anî ye û bang li civaka navneteweyî kir ku bila vê hovîtiyê bidin sekinandin.